Lämna
sidan
Sorgsen kvinna

Kurdmanji

Eger tu tûşî şîdeta rûhî, fizîkî yan cinsî bibî tu dikarî serî li navenda parastina jinan bidî. Ev wek nimûne dikare tahde, gefxwarin, zordarî, destdirêjî, lêdan yan jî pirsgirêkên girêdayî meseleya namûsê bin. Tu dikarî navnedîyar bimînî. Erka me ya sirveşartinê heye. Hemû jin, bê ku mirov cudahîyê têxe navbera paşxaneya wan ya civakî, çandî, etnîkî, meyla cinsî û astengdarî mafê wan heye ku bi rêzdarî miamele bi wan re bê kirin.

Eger mala te li şaredarîya Borlänge e û alîkarî û destek ji te re pêwîst e – pêwendîyê bi me re deyne!

 

DESTEKA BI ŞÊWEYÊN CUDA:

• Axaftina ji bo destekdanê –Yan rû bi rû yan jî ser telefonê.

• Stargeh – ji bo rewşên acîl xanîyekî navnîşana wê parastî heye.

• Piştgiriya praktîkî – di têkilîyên bi polîs, parêzer, sosyal, nexweşxane yan lênerîna rûhî de destekê dide.

• Şêwirmendî – Eger hevalek te tûşî şîdetê bûbe alîkarîya te dike.

 

PÊWENDÎYÊ BI ME RE DEYNE

Kvinnojouren Borlänge

Box 850, 781 28 Borlänge

Tel: 0243-814 01

Saetên telefonê: Duşem-pêncşem saet. 9-16 În-yekşem saet. 9-16

Di saetên din de mirov dikare bi telefona polîsê Borlänge 114 14 xwe bigihîne Kvinnojouren.

Faks: 0243-21 12 47

E-name: borlange@roks.se

Malper: www.kvinnojourenborlange.se